“Girtina dergeha Til Koçer xizmeta ajandeyên derve dike”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer diyar kir ku berdewamkirina girtina dergeha Til Koçer xizmeta ajandeyên dewletên herêmî dike. Mezlûm Umer bang li DYA’yê Rûsya û dewletên îdiaya parastina mirovahiyê dikin ku dergeha Til Koçer vekin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Mezlûm Umer girêdayî girtina dergehê Tilkoçer ji Ajansa Hawarê re axivî û anî ziman:

” Ji bo derbaskirina alîkariya mirovî dergeha sinorî ya herî girîn yek jî degeha Til Koçer e.”

Her wiha girtina dergeha Til Koçer ji bo xizmeta ajandeyên derve yên hin dewletên herêmî da ku wan razî bike.

Ev tişt rê dide wan ku siyaseta birçîkirina li ser gelê herêmên Bakur û Rijhilatê Sûriyê bimeşînin.”

Mezlûm Umer dazanîn ku bi girtina dergehan û qutkirina ava Firatê ve dewleta Tirk di serî gelek alî bi vê siyasetê dixwazin rêveberiya Xwesr bifetisînin.

Mezlûm Umer da zanîn ku dema civaka navneteweyî li hinberî van bertekan bê deng dimîne ev tê wateya ku şirîkê wan e, bi vê yekê hem şerê gel dike û hem jî şerê Rêveberiyê dike.

Mezlûm Umer bang li civaka navneweteyî kir ji bo zextê li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê bikin ji bo dergeha Til Koçer û hemû dergehan vekin ku rewşa mirovî û aborî vegere rewşa xwe ya asayî.

Back to top button