Besê Hozat: Heta tecrîd bidawî nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevdîtineke taybet de Tecrîda li Îmralî û êrîşên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û rola PDK`ê nirxand.Besê Hozat da zanîn ku êrîş bi armanca tesfiyekirina Tevgera azadiyê û tunekirina gelê kurd pêk hatine û got: “Gerîla misogerî û hêza parastinê ya statuya li Başûr e.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Abdulah Ocalan, pêşketinên li Başûrê Kurdistanê û rola PDK`ê di pêkanîna siyasetên dewleta Tirk a dagirker de axivî.

Besê Hozat da diyarkirin ku li dijî Rêber Ocalan sîstemeke êşkence-tecrîdê ya taybet tê meşandin û ev tişt anî ziman:

“Modernîteya kapîtalîst û jendermeyê wê yê li herêmê dewleta Tirk, dijminatiya xwe ya li Kurdan û mirovahiyê di sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê raxistiye pêş çavan. Heta tecrîd bi dawî nebe prsgirêka kurd çareser nabe”

Besê Hozat: Armanca dewleta Tirk dagirkirina temamî ya Başûre

Besê Hozat derbarê êrîşên li ser Başûr û rola PDK`ê jî nirxandin kir û got:

“Dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê weke parçeyek ji polîtîkayên xwe yên qirker dimeşîne.

ji van êrîşan du tiştan dixwaze. Ya yekemîn û sereke tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye.

Ya duyemîn jî dagirkirina temamî ya Başûrê Kurdistanê ye. ”

Besê Hozat: Gêrîla bûne sengera sereke ya parastina statoya Başûrê Kurdistanê

Besê Hozat berxwedana gêrîlayên azadiyê bibîr xist û da zanîn ku berxwedaneke bê hempa li dijî dagirkeran tê nîşandan û da zanîn ku Gêrîla bûne sengera sereke ya parastina statoya Başûrê Kurdistanê.

Besê Hozat: PDK naxwaze plana wê ya bi dewleta Tirk re deşîfre bibe

Li ser rola PDK’ê ya hevkariya bi dewleta Tirk re ev tişt anî ziman:

“Jin û mêrên gelê Kurd li hemberî vê faşîzmê bedena xwe dikin çeper û şer dikin. PDK’ê jî hewl da li Metînayê provokasyoneke mezin bike.

Têkiliya PDK’ê ya bi destilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li ser bingeha tunekirina tevgera azadiyê hatiye meşandin.

Dema ku heyeta aştiyê hat rûyê rast ê PDK’ê derket holê. PDK naxwaze plana wê ya bi dewleta Tirk re deşîfre bibe., dixwaze Kurdan û dinyayê bixapîne.

Divê PDK dev ji van siyaset û hewldanên xwe berdin.”

Besê Hozat: Divê li dijî dagirkeriyê helwest û nerazîbûnên xurtir werin nîşandan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat têkildarî bertek û ne razîbûnên li dijî dagirkerî û siyasetên PDK’ê têne meşandin jî ev nirxandin kir û got:

“Daxuyaniyên rêveberiya YNK’ê jî hene.

Rêxistinên derveyî wan jî li hemberî dagirkerî û helwesta PDK’ê ya şer derdikevin , hin daxuyanî hatin dayîn. Ev girîng in lê ne bes e.

Divê helwest û nerazîbûnên xurt werin eşkerekirin.”

Back to top button