Li parêzgeha Badgîs a Efxanistanê 69 çekdarên Talibanê hatin kuştin

Li parêzgeha Badgîs ya Efxanistanê şerê navbera Talban û hêzên hikumeta welat de dijwar bûye. Her çiqasî Talîban dibêje parêzgeh di kontrola wan de ye, lê dîmen û agahiyên hikumeta Efxanistanê vê yekê vale derdixe.

Hikumeta Efxanistanê ragihand ku di encama operasiyona hêzên wan li parêzgehê de, 69 çekdarên Talibanê hatin kuştin. Dewleta Tirk ku di dagirkeriya xwe ya li Efxanistanê de israr dike, ji bo şandina çeteyên xwe ji herêmê re ketiye tevgerê.

Di demeke ku hêzên biyanî yên ji welat bi lez vedikişin de, Talîban bi hemû hêza xwe êriş dike.

Talban ku li bakurê welat rojane pêşdeçûna xwe didomîne, navçe û gundên nû kontrol dike.

Niha jî Talîbanê çav berdaye parêzgeha Badgîsê.

Lê ya diyar hikumeta Efxanistanê, bi hêsanî parêzgehê radestî Talîbanê nake.

Wezareta Paratsinê ya Efxanistanê bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan li dijî Talîbanê li parêzgeha Badgîs opersyonek pêk anîn.

Di encama operasyonê de hêzê wan, çekdarên Talibanê ji gelek deverên li navenda parêzgehê derxistin.

Wezaretê îdia kir ku di encama şerê rûdayî de 69 çekdarên talîbanê hatine kuştin.

Li ser parêzgeha Badgîs jî dûmana reş bilind dibe.

Talîban jî îdia dike ku ji 407 navçeyên li welat, 205 ji wan di destê wan de ne.

Li gorî Wezareta Karên Hindir yê Efxanistanê, di nava 2 hefteyên dawî de, 14 navçe ji bin kontrola Talîbanê derxistine.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê bi bîr xist ku 239 kes ji Tevgera Talibanê hatin kuştin û 157 kesên din jî birîndar bûn.

Enqere ji bo kontrolkirina Kabulê çeteyan perwerde dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ragihand saziya îstixbarata Tirkiyê nêzî 2 hezar û 600 çeteyên ji gelek koman amade kirine da balafirgeha Kabul a Efxanistanê biparêzin.

Hat gotin, îstixbarata Tirkiyê ji bo her çeteyekî ku wê beşdarî şerê li Efxanistanê bibin, mehane 3 hezar dolar veqetandiye.

Back to top button