Li Ebû Debî di keştiyekê de teqîn pêk hat.

Li paytexta Îmaratê Ebû Debî di keştiyekê li Bendera Elî ya li bajêr teqînek pêk hat.
Di encamê de şewat bi derdorê ket.

Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Dubey der barê buyerê de bi daxuyaniyekê ragihand “Piştî teqîna sindoqa keştiyekê, şewat derket lê belê hat kontrolkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin hemî tedbîr hatine girtin da tevgera keştiyên di bendergehê de mîna berê vegere û qutbûn çênebe.

Li ser encama teqînê jî, hat ragihandin ku tu ziyanên canî derneketine.

Hat bibîrxistin ku bendergeha Elî yek ji bendergehên Îmaratê yên herî giring e.

Back to top button