Serokkomarê Haîtî Jovenel Moîse hate kuştin

Serokomarê Haîtî Jovenel Moîse duh di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Serokwezîr Calûde Joseph diyar kir ku Serokkmar Moîse sibeha 7’ê Tîrmehê ji aliyê “yekîneyeke komando ya biyanî ve li mala xwe hate kuştin.”

Di êrişê de hevsera serokomar birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Serokwezîr Calûde êriş şermezar kir û anî ziman ku ewlekariya welêt “kontrolkirî” ye.

Li aliyekî din Rayedarên Haîtî bi daxuyaniyeke ragihandin ku piştî bûyerê hêzên Haîtî 4 Çete kuştin û 2 jî girtin.

Ji ber gendelî û karên çeteyan Serokkmar Moîse roja duşemê hewl da Hikumet û Serokwezîrê niha bigûherinê lê li ser vê yekê kirîzek siyasî derketibû.

Haîtî li parzemîna Emerîkayê welatê herî xizan e.

Back to top button