Li Bangladeş û Hindistanê ji ber lehiyê jimara kesên mirî gihişt 57’an

Li parzemîna Asya û Amerîka, lehî û bahozê bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye.
Bîlançoya lehiya li Bangladeş û Hindistanê giran dibe.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 57’an.
Li parzemîna Amerîkaya Bakur jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedhezaran xanî jî bê elektirîk man.

Li eyaleta Assam a Hindistana ku welatekî Başûrê Asyayê ye û bajarê Sylhet ê Bangladeşê ji ber barana zêde lehî rabû.

Di lehiyê de gelek kes asê man û 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsekî herêmê yê Bangladaşî got,

“Heta niha nêzî 2 milyon kes ji ber lehiyê asê mane.”

Rayedarên eyaleta Assam a Hindistanê jî ragihandin ku li nêzî 3 hezar û 200 gundan zêdeyî 850 hezar kes ji ber lehiyê bandor bûne û zeviyên çandiniyê yên li herêmê jî ji ber lehiyê zirar dîtine.

Ji ber bilindbûna ava çem li herêmê, nêzîkî 90 hezar kes bo stargehên alîkariyê yên dewletê hatin veguhestin.

Ji ber bahozê li Kanada 8 kes mirin

Li parzemîna Amerîkaya Bakur jî bahozê bandoreke zêde li ser jiyana welatiyan kiriye.

Li Kanada ji ber bahozê kêliyên metirsîdar derketin.

Di daxuyaniya ji aliyê polîsên parêzgehên Otario u Quebec yên Kanadayê ve hate dayîn de, hate gotin, heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha ji ber bandora zêde ya, bahozê bi sed hezaran mal bê ceyran man, darên ketinê rê girtin.

Li DYA ji ber bahozê 2 kes mirin 44 birîndar bûn

Li bajarê Gaylord ê li bakurê Michiganê roja Înê ji ber bahozekê herî kêm 2 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.

Ji ber tofana bihêz gelek avahî kavilbûn û xetên elektrîkê qut bûn.

Dimenên ji bajar hatine kişnadin jî reşa heyî radixe ber çavan.

Back to top button