MSD’ê piştgiriya xwepêşandanên li Siwêydayê kir

Xelkê Siwêdayê careke din li dijî hebûna hikumeta Şamê derketin xwepêşandanan.
Meclisa Sûriya Demokratîk ragihand ku ew piştgiriya şêniyên Siweydayê dike..
Her wiha MSD`ê hedefgirtina xwepêşandanan şermezar kir.

MSD`ê têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê daxuyaniyek da.

Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin :

“Em bi girîngiyeke mezin xwepêşandanên gel li bajarê Siweyda dişopînin .

Gel ji aliyê komên alîgirên hikumeta Şamê ve rastî êrişê hatin.

Di encamê de 2 ciwan jiyana xwe ji dest dan.

Ev xwepêşandanên gel ji ber rewşa nebaş a civakî, xirabbûna rewşa aborî ya welatiyan, pêk tên. ”

MSD`ê tekez kir ku em piştgirtiya xelkê bajarê Siweydayê dikin û wiha bidawî kir:

Em daxwaz ji desthilata Şamê dikin ku siyaseta xwe der barê rewşa Sûriyê de, ber çavan re derbas bike.

Divê Rûsya berpirsiyariyên xwe ji bo parastina ewlehiya xelkê Siweydayê bîne cih.”

Back to top button