Endamên Komîteya Rûspiyan a Herêma Firatê, diyar kirin ku dewleta Tirk ji Efrîn heta Şengalê gel dike armanc, bi mayîna li cih û warê xwe dê planên dagirkeryê têk biçin.
Endama Komîteya Rûspiyan Ferîde Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk ji Efrîn heta Şengalê gel dike armanc û got:
”Divê gelê me li hember Hêzên Cîhanê û dewleta Tirk hişyar bin.
Bi mayîna li cih û warê xwe van planan vala derxin.”
Îzet Oskelî jî anî ziman ku gelê kurd aşqê aştiyê ye, dewleta Tirk jêdera herî mezin a terorê ye û wiha got:
”Em ê bi berxwedana xwe li hemberî hemû planan bibin mertal û wan têk bibin.”
Henîfî Îsmet jî da zanîn ku Hêzên Navneteweyî bi xwe beşdarî projeyên dagirkeriyê ne û destekê didin terora Tirkiyê.
Îsmet bang li gelê herêmê kir ku li malên xwe bimînin, li ber xwe bidin û têkoşînê geş bikin.