Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li navçeya Eyn Îsayê şaneyeke îstixbaratê ya hikumeta Şamê girt.
Şane ji 3 kesan pêk tê, erka şaneyê ew e ku tevliheviyê li herêmê derxin, şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariyê sor bikin.
Endamên şaneyê agahiyên girêdayî nuqte û tevgerên leşkerî yên QSD’ê ji îstixbaratên li Şam û Hemayê re radigihandin.
Di çend mehên dawîn de şaneyeke girêdayî dewleta Tirk li Minbicê hate girtin û 2 şaneyên girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Reqayê hatin girtin.