Xelkê kantona Firatê bi tundî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Bertekên pêkhateyên herêmê ên li dijî êrişên qirkirinê zêde dibin.
Xelkê kantona Firatê daketin qadan.
Di çalakiyan de bang li dewletên navnetewî hate kirin ku rê li êrişên qirkeriyê bigrin.

Xelkê Kobanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê çalakiya konê parastina deskeftiyan destpê kirin.

Ji seatên sibehê ve şênî, endamên saziyan û rêxistinên jinan kombûn û bi meşeke girseyî ber bi konê çalakiyê yê ve çûn.

Di axaftinên li binê kon hatin kirin de wiha hat gotin:

“Dewleta Tirkiyê bi salan e ji bo ku vê civakê qir bike serî li her rêbazê dide.

Em jî li dijî vê bibin mertal û rê nedin xeyalên Osmaniya nû.”

Li Şehba û Helebê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Desteya Tenduriystiyê û Yekîtiya Kedkarên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin:

Tirkiyê bi van êrişan dixwaze herêmê vala bike û gelê wê bide koçberkirin, lê em ê jî bi hemî hêza xwe li hember bisekinin û destketiyên xwe biparêzin.”

Li Helebê jî daxuyanî ji aliyê saziyên çandî, civaka sivîl, hemşîre û bijîşkên nexweşxaneya Xalid Fecir ve hate dayîn.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku ev kiryarên Tirkiyê dike dijpîvanên mirovî û exlaqî û divê aliyên peywendîdar li dijî wê rabin û sînorekê jê re deynin.

Li kantona Minbic, Tebqa û Reqayê helwesta xwe li dijî êrişan nîşan dan

Partiyên Siyasî û şêx û rûspiyê li Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Hate gotin: “Tirkiyê ji destpêka aloziyê ve şer afirandin û gelek herêmên Sûriyê dagir kir.

Em ê li dijî van êrişan heta dawiyê piştgiriya hêzên xwe bikin û projeya xwe ya demokratîk biparêzin.”

Meclisa Tebqayê jî daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.

Her wiha Rabîta Al El Beyt, Komîteya Perwerdeyê, Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzeran li Reqayê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de êriş hatin şermezar kirin û peyama bilindkirina asta têkoşîn û berxwedana li hember êrişan hate dayîn.

Back to top button