Şêniyên Mexmûrê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin

Xelkên Wargeha Mexmûrê, Şengal û pêkhateyên wê êrişên hovane yên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê, şermezarkirin.
Li Silêmaniyê jî, 11 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê banga girtina qada ezmanî li ber balefirên dewleta Tirkiyê kirin.

Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê berfireh dibin.

Xelkên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî “Mexmûr” li hev kombûn û bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Mexmûrê Seîd Çomlek di daxuyaniyê de got:

“Di 3 rojan de dewleta Tirka dagirker gelek jêderên jiyanê li Rojavayî Kurdistan kir hedef.

Em jî ji vir dibêjin ku gelên Rojava ne bi tenê ye, em jî wek gelê Mexmûrê êşa wan parve dikin.”

Çomlek di dawiyê de bêdengiya cîhanê li hember êrişan şermezarkir û wiha got:

“Bi teqzî em çalkiyanên xwe bidomînin û divê gelê Kurd bi tevahî xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin.”

11 partiyên Başûrê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk şermezarkirin

Bi heman armancê 11 partiyên siyasî, rêxistin û saziyên yên Başûrê Kurdistanê jî civiyan.

Partiyan piştî civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Li ser navê partiyan Bextiyar Mistefa axivî û got:

“Bi ragihandina Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrişên hovane pêk hatin.

Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze aloziyên xwe yên siyasî û aborî derxe derveyî Tirkiyê.”

Partiyan banga girtina asîmanên Rojavayî Kurdistanê li ber balefirên dewleta Tirk kirin û daxwaz kirin li hemberî sûcê hat kirin hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Tevgera Azadî: Êrişên dewleta Tirk ispata binketina wî ye

Back to top button