Xelkê bajarê Qamişlo ji bo welatiyên ku di encamê êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li bin konê sersaxiyê kom bûn.
Welatiyan di merasîman diyar kirin ku bila dewleta Tirkiyê baş bizanibe ku ev êriş me lawaz nakin, berovajênme bêhtir xurt dibin.
Îro jî şeniyan berê xwe dan li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişloyê û li kêleka malbatên şehîdan kom bûn.
Bi sedan kes, endam û rêveberên saziyan jî tevlî merasîma sersaxiyê bûn.
Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji hemû malabatên şehidan re xwest û wiha gotin:
Hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, vîna me naşikîne.
Lê belê em dê rêya ber bi serkeftinê temam bikin.
Dawiya de wesîqeyên şehadeta hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.



