Xelkên Qamişlo şehidên xwe oxir kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê îro bi merasîmekî girseyî cenazeyê şehîdên ku doh di bomebaran dewlata Tirk a li ser bajarê Qamişlo şehid bibûn oxir kirin.

Xelkê Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyên 8 welatiyên doh di êrişa dewleta Tirk a qirker ya li ser bajarê Qamişlo de şehîd bûyîn li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.

Ji navçe û bajarokên Kantona Cizîrê hezaran kes,endam û rêveberên saziyan jî beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bûn.

Merasîmê şehidan bi deqeyeke rêzgirtinê li ser hemû giyanên şehidan hate despêkirin.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku ev êriş bi armanca jinavbirina demokrasî û têkbirina biratiya gelan a li herêmê ye.

Piştre jî zaroka bi navê Lareysa Azab helbestek bi zimanê Erebî xwend.

Piştî axaftina ,wesîqaya şehidan hate xwendin û radestê malbatan hate kirin.

Malbatên şehîdan jî soza şopandina rêya zarokên xwe û bilindkirina berxwedanê dan.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên 5şehidan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Li Tirbespiyê şehîd Ferhan Temê hate oxirkirin

Cenazeyê şehîd Ferhan Temê jî ji bo spartina axê birin goristana Şehîd Dilşîr li navçeya Tirbespiyê.

Her wiha cenazeyên Aya El Sebawî û Faris El Faris li ser daxwaza malbatên wan li goristanên gund wê bêne veşartin.

Back to top button