Bi daxuyaniyan êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin

Bi daxuyaniyê cuda êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmê hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyan de bang li aliyên hiqûqî, mirovî, navnetewî û parastina mafên mirovan hate kirin ku bi erkên xwe rabin û rê li van êrişên hov bigrin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a qirker ên li dijî herêmê gelek daxuyanî hatin dayîn.

Meclisa Jinan a PYD’ê, Meclisa bajaroka Sifeya û Koçberên Kampa Waşokanî û Serêkaniyê li Hesekê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:

“Li ber çavên tevahî Cîhanê ev êrişên hovane têne kirin, lê tu alî deng ji xwe dernaxe.

Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku bi erkên xwe rabin û rê li van êrişan bigrin.”

Desteya Tenduristiyê, Rêvebeirya Xwser û TEV-DEM’ê yên herêma Firatê li Kobanê bi daxuyaniyên cuda banga rawestandina êrişan kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin,

Teevî nexweşxaneyê binesaziya herêmê tê armancgirtin.

Ev yek sûcekî dij pîvanên mirovî ne û divê rê li ber vê yekê were girtin.

Her wiha bang li gelê herêmê hate kirin ku destketiyên xwe ji van êrişên hov biparêzin.

Bi heman armacê Desteya Tenduristiyê ya Reqayê jî daxuyanî da û got:

“Erdoganê faşîst tiştên li Xeza wekî binpêkirinên mafan û sûcên dijî mirovan binav dike, lê sûcên ku ew li dijî herêmê pêk tîne rawa dibîne.

Divê dewletên navnetewî çavên xwe ji vê hovîtiyê re veke û êdî rê li ber bigre.”

Dîsa li Reqayê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekîtiya Karkeran û Şêx û Rûspiyan daxuyaniyên cuda dan.

Hate gotin: “Êrişên li ser herêmê berdewama projeya Îxwanî ye û armanc jî careke din zindîkirina DAIŞ li herêmê ye.

Em jî wekî gelê herêmê li dijî vê bi yek destî li ber xwe bidin.”

Her wiha Komîteya Çand û Şûnewaran, Yekîtiya Parêzeran û Ciwanên Reqayê jî daxuyanî dan û êriş bi tundî şermezar kirin.

Hat diyarkirin ku piştî erêkirina Hevpeymana Civakî û Kongreya 4’an a MSD’ê “Erdogan dîn bûye”, lewra êrişî herêmê kir.

Sazî û şêniyên Dêra Zorê jî helwest nîşanî êrişan dan û gotin; ew ê bêdeng nemînin.

Her wiha li Helebê jî Meclis Jin a Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û got:

“Armanca Tirkiyên ji van êrişên hovane ew e ku vîna gelê wê lawaz bike û rê li koçberiyê veke.”

Li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla êrişên nû

Back to top button