Komîteya Diyaloga Navxweyî ji bo aramîkirina rewşê bang kir

PDK a ku hevkarî û piştgiriya êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê dike, ev demeke li dijî gerîla ketiye nava hewldanê êrîşkariyê.
Komîteya Diyaloga Navxweyî bang li hêzên Kurdistanî kir bikevin nava dan û standinan.
Siyasetvan û hevserokê berê yê KNK’ê Rêbiwar Reşîd jî diyar kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide berxwedana gerîla.

Gel û sazî û rêxistinên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li sere başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re di nava tevgerê de ne.

Komîteya Diyaloga Navxweyî têkildarî rewşa dawî ya li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin rageşiya rojên dawî ya navbera hêzên Kurdistanî cihê fikaran e û wiha hate gotin,

“Ev yek ji bo gelê Kurdistanê bûye cihê tirs û fikaran. Rabûna li ber hev a hêzên Kurd rojên tarî yê şerê navxweyî tîne bîra gelê Kurdistanê. Bêguman ev rewş firsendê dide dijminê Kurdistanê ku dixwazin dagirkeriyê dewam bikin.”

Komîteyê bang li rêxistin û partiyên li Kurdistanê hemûyan kir ku ji bo aramîkirina rewşê sekneke ji dil û erênî nîşan bidin.

Rêbiwar Reşîd: Divê gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide berxwedana gerîla

Hevserokê berê yê KNK’ê Rêbiwar Reşîd jî bal kişande ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û diyar kir PKK, ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe di hedefa dewleta Tirk de ye.

Reşîd derbarê kesên ku dibêjin, ji bo PKK’ê dewleta Tirk êrîşê dibe ser xaka Başûr wiha got,

“Rast e, êrîş li ser PKK’ê ne, ji ber ku PKK tevgereke Kurdî ye, li ber xwe dide û teslîmbûnê red dike. Ne PKK, heke hêzeke din jî bûya û tercîha xwe li ser azadiya Kurd bikira wê ew bibûya hedef.”

Siyasetvan Rêbiwar Reşîd diyar kir serdema ‘aşbetal’ê ango teslîmbûnê ya duyem beriya 30 salî dest pê kiriye û got,

”Bêdengî, destûrdayina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk pêvajoya herî girîng a vê serdema duyem a teslîmbûnê ye.”

Reşîd da zanîn serdema ‘aşbetal’ê ya duyem a Başûrê Kurdistanê ji ya pêşî xetertire.

Reşîd da zanîn hemû herêma Behdînanê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û destnîşan kir ne tenê PKK, hemû kesên ku azadiya Kurdistanê dixwazin divê li dijî vê dagirkeriyê rabin.

Reşîd diyar kirk u Gelê başûrê Kurdistanê divê bêhêvî nebe û destkê bide berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran.

Back to top button