Li Amedê, 6 kes hatin binçavkirin

Li Amedê, di operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê Komeleya Malbatên Girtiyan TÛAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.

Polîsan serê sibê bi ser avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan û rêveberên komeleyê de girt û derî bi zorê vekirin û 6 endam û rêveberên komeleyê binçav kirin.

Polîsan di serdegirtina malan de, Hevserokê Komeleyê Mehmet Emîn Guzel û 5 rayedar binçav kirin.

Malbatan diyar kir ku polîsan alav û amûrên wan belav kirin û tundî li dijî wan bi kar anîn.

Ne yekem car e, hikûmeta faşît AKP’ê rojane van kirin û zextan pêk tîne.

5’ê Hezîranê jî Parlementerên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari, piştî parlamenteriya wan hat betalkirin, hatin girtin.

Back to top button