Qanûna Qeyser li ber deriyan e û encam ji niha ve li ba dibin

Dolarê Amerîkî saet bi saet û kêlî bi kêlî difire.

Lîreya Sûrî di nava 40 rojên dawî de, bi rêjeya 200 ji sedî li pêşberî Dolar bêqîmet bû.

Pereguher jî dibêjin ku sermayedar dolarên xwe ji bazarê dikişinin, ev jî dibe sedema bilindbûa dolar li pêşberî Lîreya Sûrî.

Qanûna Sizer an jî Qeyser a Amerîkî li ber deriyan e.

Ew jî weke “çeka aboriyê ya “Amerîkayê” ya li dijî Sûriye” tê binavkirin û bazara li Sûriye tevizandiye.

Tevî qanûn hîna pêk nehatiye, L.S li pêşberî Dolar dihele û saet bi saet bandorê li bazarê dike.

Bi nêzîkbûna qanûnê re, L.S di nava 40 rojên dawî de bi rêjeya 200 ji sedî li pêşberî Dolar bênirix bû.

Dolarekî Amerîkî duh danê nîvro, firiya 3443 L.S.

Eger rewşa bazarê bi vî rengî bidome, fikar hene ku li welêt kIrîzeke giran a aborî çêbibe.

Pereguher jî dibêjin, “sedema bingehîn a liv û tevgera heyî, qanûna Sizer e, lê belê sermayedaran jî dolarên li bazarê kişandine, ev yek jî bandoreke mezin li rewşa heyî dike.

Çavêdir jî dibînin, ku bilindabûna dolar rasterast li bikaranîn û danûstandina gel bi dolar bixwe vedigere.

Ji ber cezayên Amerîkî û navdewletî li ser Sûriyê, bazar niha dabeş bûye û aborî ji hev ketiye.

Li Şam, Qamişlo û Idlibê nirxê Dolar ji hev cuda ye.

Li Cerablûs û Ezazê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, bi giranî Lîreya Tirkî tê bikaranîn.

Ji bo rejîma Esed ber bi çareya siyasî ve were, Qanûna Sizer an jî Qeyser, 18’ê Kanûnê li Senatoya Amerîkayê hate qebûlkirin, 21’ê Kanûnê jî ji aliyê Trump ve hate erêkirin.

Tê payîn, ev qanûn di 17’ê Hezîranê de bikeve pratîkê.

Lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî, ji 2011 heya 2019

2011: Dolarek = 47 L.S

2012: Dolarek = 70 L.S

2013: Dolarek = 300 L.S

2014: Dolarek = 440 L.S

2015: Dolarek = 590 L.S

2016: Dolarek = 600 L.S

2017: Dolarek = 470 L.S

2018: Dolarek = 460 L.S

2019: Dolarek = 1000 L.S

Back to top button