Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser rewşa Îmraliyê daxuyaniyek da

Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD’ê têkîldarî Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê daxuyaniyên cuda dan û gotin:
‘2 salin agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin.
Divê biryarên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî werin bicihanîn.’

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkîlîldarî tecrîda giranbûyî ya li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Buroyê diyar kir 2 salin agahiyan ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nastînin û wiha domand:

“Astengkirina hevdîtinan beşek ji girankirina tecrîdê ye”

“Heta niha me nekariye bi ti awayî serdana wan bikin û bi wan re têkilî daynin.

Lewman li ser rewşa wan a tenduristiyê li ber destê me tu agahî tune.

Tevî ku parêzeran 274 caran û 118 caran jî malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Girava Îmraliyê dane jî, ev 2 sal in tu encam nehatiye stendin.

Saziyên darizandinê bi biryarên xwe careke din nîşan da ku li şûna parastina mafên muwekîlên me û rawestandina pêkanînên dij-hiqûqî, hişt ku tecrîda li Îmraliyê bê domandin.

Eşkereye ku ev jî aliyekî din ê tecrîdê ye.”

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê biryayên neteweyên yekbûyî pêk bên

Buroya Hiqûqê ya Asrinê di dewama daxuyaniya xwe de balkişande ser girîngiya bicîhanîna biryara Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û wiha domand:

“Divê biryarên NY were bicihanîn

Ev biryara derbarê Ocalan û tecrîda li Îmraliyê de çiqas girîngtir bin, guhnedana dewletê jî ewqasî nehiqûqî û siyasî ye.

Polîtîkayên dewletê yên li Îmraliyê di her alî de kirîz û kaosê çêdike.

Tecrîd rasterast bi nêzîkatiyên çareserkirina pirsgirêka kurd, herêmî û cîhanî ve girêdayî ye.

Her ku xitimandin kûr dibe, rewşa tecrîda mutleq jî kûr dibe.

Hebûna tecrîda Îmraliyê tê wateya terikandina hiqûq û demokrasiyê li Tirkiyê.

Ji bo welat û erdnîgariyeke mirov karibe lê bijî, divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û tecrîda Îmraliyê were rakirin.

Rêber Ocalan demokrasî û hiqûqa gerdûnî weke çarçoveya polîtîk a bingehîn diyar kiriye û ev jî tekane rêya rizgariya ji krîzê ye.”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD jî, li dijî tecrîdê li Şaxa xwe ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

OHD’ê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan giran bûye got:

“Em li dijî tecrîdê ne û azadiya fîzîkî a birêz Ocalan dixwazin.”

Back to top button