6 Salin Tirkiyê sûcên şer û dijmirovî li Efrînê pêk tîne

Ev 6 salin bajarê aramiyê û darên zeytûnan Efrîn di bi destê dewleta tirk a dagiker de ye.
6 salin sûcên dewleta tirk ên li dijî Kurdan nerawestiyane, ji kuştin, koçberkirin, revandin, guhertina demografîk, avakirina metîngeh û bicîkirina çekdaran li wir bigre, heta wêrankirina cihên dîrokî û pêkanîna tawanên qirkirina çandî.

6 sal di ser êrişa dagirkeriya Tirkiyê li dijî Efrînê derbas dibin û di van salan de, bi hezarên sûcan hatine tomarkirin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê:

  • Di salên 2018 û 2019’an de

Bêtirî 7 hezar kesî bi destê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatine revandin.

Her wekî 70 jin hatine kuştin û çeteyan destdirêjî li 68 jinan kiriye

Di serdema dagirkeriyê de 522 kes bi rêbazên cuda hatine kuştin ji wan 82 di bin êşkenceyê de.

Li tenişta vê yekê, seba ne aramî û zêdebûna tevlîheviyê nêzî 700 kes, ji wan 600 jin û zarok in

Di berdewamiya hovîtî û binpêkirinên dagirkeriyê de, xwezaya Efrîn, xêra û bêra tê talankirin

Çeteyan bêtirî 300 hezar darên zeytûnan û yên daristanan birîne û 11 jî şewtandine

  1. Revandin:7343
  2. Kuştina jinan: 70
  3. Destdirêjiya li jinan: 68
  4. Kuştin: 522
  5. Kuştina bi êşkenceyê: 82
  6. Birîndarî: 696 jê 616 jin û zarok
  7. Birîna darran: 314400
  8. Şewtandina daran: 11000
  9. Şewtandina zeviyan: 11000 hektar
  • Sûcên di sala 2020’an de

Wekî heman senaryoyê, dagirkeriya Tirkiyê bêtir 900 kes revandin û zêdetirî 60 jî kuştin.

Her hovîtiya xwe li dijî xweza û daran jî dom kir û 70 hezar darên berhemdar birîn û 50 cihên şûnwarî wêran kirin.
Pê re jî 250 xaniyên şêniyên resen desteser kirin.

  1. Reavandin 987 jê 92 jin
  2. Kuştin 58 jê 9 jin
  3. Birînar daran: 72000
  4. Wêrankirina şûnwaran: 50
  5. Desteserkirina malan: 250
  • Sûcên di sala 2021’an de

Di sala sêyemîn a dagirkirinê de, radeya tawanan kêm nebû

Çeteyan nêzî 800 kesî revandin û kuştin, ji wan bêtirî 100’î jin û zarok in

Her wekî berê 17 cihên dîrokî tev wêrankirin û bêtirî 24 hezar dar jî birîn û şewtandin.

  1. Kuştin : 51 jê 14 jin û 13 zarok
  2. Revandin: 718 jê 82 jin û 25 zarok
  3. Wêrankirina şûnwaran: 17
  4. Şewtandin û birîna daran: 24500
  • Sûcên di sala 2022’an de

Di sala 2022’an de, pêla binpêkirinê wekî xwe dom kir û dîsa revandin û kuştina mirovan mohra xwe li salê da.

  1. Revandin: 578 jê 49 jin û zarokek
  2. Kuştin : 35 jê 13 jin
  3. Wêrankirina şûnwaran: 17
  4. Birîna daran: 36300
  5. Şewtandina zeviyan: 10000 hektar
  • Sûcên di sala 2023’an de

Helbet di sala 2023’an de, bi fermana dagirkeriya Tirkiyê çeteyan fişar li şêniyên resen kir.

  1. Revandin: 369 jê 39 jin
  2. Kuştin:16 jê 5 jin
  3. Destdirêjiya li jinan: 2
  4. Birîna daran: 17700
  5. Firotina xaniyan: 123
  6. Êrişa li dijî xwediyên malan: 5
  7. Desterserkirina malan:17 dikan û malên welatiyan
  • Li Efrînê polîtîkayên guhertina demokrafîk

Dagirkeriya Tirkiyê roja ku efrîn dagirkir heta niha bê navber polîtîkayên xwe yê guhertina demokrafîk dimeşîne

Piştî dagirkeriyê 300 hezar xelkên efrînê hate koçberkirin û di cih warên wan de 400 hezar ereb û tirkmenên hawirde anîn bi cih kirin

Ev jî nebes li seranserî efrînê 50 metîngeh hatin avakirin

Ji bo holê holê rakirina çanda herêmê zimanê tirkî hate ferzkirin.

  1. Koçberkirin: 300 hezar
  2. Bi cihkirina ereb û tirkmen: 400 hezar
  3. Malên metîngeh: 50
  4. Zimanê kurdî xedexe tirkî tê ferzkirin
  5. Sûcên li dijî navendê perwerdê

Efrîna ku cihê ku destpêka vekirina dibistanê kurdî bûn niha piştî digirkeriyê 68 dibistan hatine wêrankirin; Ji dibistanên heyî sedî 60 ji wan zirar dîtine.

Bi dehan dibistan jî veguherandine zînda û cihê îstîxbaratan.

  1. Dibistanê hatine wêrankirin: 68
  2. Dehan dibistan xistine girtîgeh

Back to top button