Xelkê Minbicê: Ev êriş me natirsînin em dev ji axa xwe bernadin

Ji dema dagirkirina Cerablusê di 2016’an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku hemwextî rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) e, dewleta Tirk a dagirker bênavber li dijî Minbic û gundewarê wê êrişan pêk tîne, li hember wê şênî berxwedaneke mezin nîşandidin.

Şêniyên Minbicê tevî êrişên rojane yên bi çekên giran ên bi armanca valakirina herêmê, koçberbûna ji Minbicê red dikin.

Welatiya bi navê Raba Bekro li ser mijarê axivî û got:

“Em ji van êrişan natirsin û îradeya me ya dewamkirina têkoşînê û berxwedanê zêde dibin.

Em armanca dewleta tirk ya dagirkirina herême bi berxwedana xwe vala derxinin.”

Welatiya bi navê Emîne El Cerah jî got:

“Tevî hemû êrişan em dev ji xaka xwe bernadin û rê nadin wan ku bihostekê jî ji xaka me dagir bikin.”

Welatiya bi navê Ruqeye Mihemed axifî:

“Êriş wan ji pêkanîna armancên me bi dûr naxin û em ê li hember dagirkeriyê berxwedana xwe bilind bikin.”

Şêniyên Dêrazorê: Em ê li dijî dagirkeran welatê xwe biparêzin

Back to top button