Endamên saziyên sivîl ên gundewarê Rojhilatê Dêrazorê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmê rê li pêşiya çeteyan vedike.
Serokê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Yehye El Elî axivî ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê mafên mirovan binpê dikin û jiyana sivîlan dixin xetereyê.
El Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseteke faşîst li dijî vîna gel dimeşîne û got:
“Zêdebûna êrişên dewleta Tirk berdewama siyaseta mêtingeriyê ye.”
Endama Komîteya Jinan a Meclisa Herêma Rojhilat Eyşe El Mudehî jî destnîşankir ku êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê kiryarek tirsonek e û nîşaneya bêçarebûna wê li hember berxwedana gelê herêmê ye.
Eyşe El Mudehî di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriyê serî natewînin û amade ne xwe û welatê xwe diparêzin.