CENTCOM: Li dijî hêzên me yên li Iraqê êriş hate kirin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li baregeha hêzên asamanî ya Eyn Esedê êriş li dijî wan hat kirin.

CENTCOM’ê ragihand ku duh bi şev li baregeha hêzên asmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê êrişî wan hat kirin.

CENTCOM’ê da zanîn ku di êrişê de hejmarek birîndar çêbûn.

Fermandariyê her wiha da zanîn wan jî bi firokeyê êrişî otomobîleke milîsên nêzîkî Îranê kir.

Her wekî duh baregeheke Amerîkî li Şedadê jî rastî êrişan hat .

Koma bi navê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ev êriş hilgirt ser xwe .

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) roja şemiyê da zanîn ku ji navîna meha borî ve 61 êriş li dijî baregehên wê hatine kirin.

29 êriş li Iraqê û 32 jî li Sûriye.

CENTCOM: Me li Sûriyê êrişî hêzên Îranê kir

Back to top button