KCK’ê hêzên Gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir

Gerîlayên li herêma Zap û Metîna 19-20’ê mijdarê li dijî leşkerên dewleta dagirker çalakî li darxistin û di van çalakiyan de 49 dagirker hatin kuştin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir û got:
“Gerîla bi vê derba giran, careke din îspat kir ku ew şervan û parêzvanên Kurdistanê yên bêhempa ne û rê nadin dagirkeriyê.”

Gerîlayên Azadiyê bi çalakiyên bi bandor dest bi pîrozkirina salvegera 45. a damezirandina PKK’ê kirin.

Li herêmên Zap û Metînayê di çalakiyên gerîla de 49 leşkerên arteşa Tirkiyê hatin kuştin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir û got:

“Ji ber çalakiyên bi serkeftî di serî de em fermandar û gerîlayên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin.”

Di daxuyaniya bi sernavê “Ji fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê re” ev tişt hatin gotin:

“Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji raya giştî re ragihand ku gerîlayan di 19 û 20’ê Mijdara 2023’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistine.

Em van çalakiyên serkeftî bi taybet li fermandar û şervanên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û van pîroz dikin.

Silav, hezkirin û rêzdariya xwe tînin ziman. Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî pîroz dikin.

KCK: Şerê Gerîla yê li dijî artêşa dagirker parastina Kurdistanê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hevalên ku di çalakiyê de şehîd ketine jî bibir anî û got:

Heval Andok, Ciwan û Egît ku di van çalakiyan de li eniyên pêş şer kirin û derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, şehîd bûn.

Ew kesayetên Apoyî yên nemir in ku ji bo azadiyê bê dudilî xwe feda kirine.

Gerîla bi vê derba giran, careke din îspat kir ku ew şervan û parêzvanên Kurdistanê yên bêhempa ne û rê nadin dagirkeriyê.

Şerê gerîla yê li dijî artêşa dagirker, parastina Kurdistanê ye.

KCK: Divê gelê Kurdistanê têkoşînê xurtir û berfirehtir bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî wiha got:

“Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz bi piştgirî û beşdarbûna vê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê têkoşînê xurtir û berfireh bike.

Girîng û watedar e ku ev çalakî bi boneya 45’emîn salvegera partiya me PKK’ê tên lidarxistin.

Bi vê boneyê em 45’emîn salvegera partiyê li hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê bi taybet hevalên me yên li Zapê û qada Metîna pîroz dikin.”

Gerîlayan salvegera 45.a PKK’ê bi çalakiyên xurt pîroz kir

Back to top button