Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifet, gundên Şehba û Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navçeya Til Rifet, gundên Dêrcimîl, Kefer Naya, Şêx Îsa û Til Enab yên Şehbayê û gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kirin.
Hete ragihanidin ku zêdetirî 40 gule li van gundan ketine.
Heta amadekirina vê nûçeyê topbaran berdewam dikir.
Dewleta Tirk gundê Xirbe Şeîr ê Zirganê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbe Şeîr ê dikeve başûrê navenda navçeya Zirganê topbaran kirin.