Li Almanya û Swêdê kuştina Jîna û Nagîhan hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê Osnabruck ê Almanya û yê bajarê Stockholê yê Swêdê bi çalakiyên cûda kuştina Nagihan Akarsel û Jîna Emînî şermezar kirin.

Kurdên li bajarê Osnabrukê ê Almanyayê li ber stasyona trenê ya bajarê Osnabruk ê ji çalakî li darxistin.

Çalageran êrişên li dijî jênên kurd şermezar kirin û gotin:

“Dewletên dagirker dixwazin di şexsê jinên Kurd civakê tune bikin.

Dagirker ji bo tespîta Rêber Abdullah Ocalan a ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ binpê bikin, her roj jinan dikujin.”

Lê divê herkes bizanibe wê jinên kurd bi felsefeya “Jin jiyan azadî” polîtîkayên qirêj ên dagirkeran pûç bike.”

Li payitextê Swêd Stockhomê jî jinan bi heman armancê çalakiyek şermezarkirinê pêk anîn.

Di çalakiyê de hate texezkirin ku wê li dijî polîtîkayên qirkirina jinê her li qadan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button