TEV-DEM: Tirkiye bi qutbûna avê, dixwaze Vîrûsa Corona belav bike

Tevgera Civaka Demokraîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê, rawestandina stasyona Elok û qutkirina avê li ser bajarê Hesekê şermezar kir û diyar kir ku dewleta tirk bi qutkirina ava stasyona Elok dixwaze Vîrûsa Corona li herêmê belav bibe. 

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî kiriyarên Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyê şermezar kir.

TEV-DEM’ê qutkirina avê li ser şêniyên Til Temer, Hesekê û gundewarên wê bi karekî ne exllaqî bi nav kir û diyar kir ku dewlta tirk bi vê yekê avê li ser milyonek kesî qurt dike, her wiha koçberên di kampan de jî ji vê yekê zerarê dibînin.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de bal hat kişandin li ser girîngiya avê di xweparastina ji Vîrûsa Coronayê de û hat diyarkirin ku dewleta tirk bi xwînek sar hewl dide ev vîrûs di nava gel de balav bibe.

TEV-DEM’ê da zanîn ku di dema ku cîhan bang li her kesî dike ku xwe ji Vîrûsa Corona biparêzin, kiryarên dewleta tirk di qurtkirina avê de şermezar nake.

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tevahiya perspektîvên Rêveberiya Xweser pêk bînin, ji bo rê li pêşiya vê vîrûsê bigirin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên NY`î kir ku bi lez mudexele bikin û berpirsyariyên xwe yên civakî li dijî kiryarên dewleta Tirk li stasyona Elok bi cih bînin.

Back to top button