Li Mariupolê cenazeyê 70 sivîlan hate dîtin

Bajarê Mariupol yê li rojhilatê Ukrayna mîna goreke komî lê hatiye. Li jêrzemîna kargeheke hilweşiyayî cenazeyê 70 sivîlên din hatin dîtin. Serokomarê Ukrayna Zelensky diyar kir ku Rûsya li herêma Donbasê bi eşkereyî polîtîkaya qirkirinê pêk tîne. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov jî got; Welatên rojava li dijî wan şerê giştî ragihandine.

Di dema ku êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê dewam dikin, artêşa Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser cihên sivîlan didomîne.

Li bajarê Mariuol ku yek ji herêmên Ûkraynayê yên herî zêde di bin bandora êrîşên Rûsyayê de mane, xebatên rakirina mayînan dewam dikin.

Piştî ku xebatên di bin kavilên kargeheke wêrankirî ya li bajêr de dest pê kirin, cenazeyên 70 sivîlên din hatin dîtin.

Cenaze birin gora komî ya li gundê Starî Krym.

Şêwirmendê Şaredarê Mariupolê Petro Andriushchenko piştî lêkolînan daxuyaniyeke nû da û got,

“Xebatkarên Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê dema ku li Kolana Kuyindzhi xirbeyan radikirin, di nav bermahiyên kargeha kevn a Oktiabr de nêzî 70 cenaze dîtin.

Ma emê hîna çend gorên komî yên din bibînin ku leşkerên Rûsyayê bûne sedema wan.”

Li herêma Severdonetsk êrişên Rûsya dijwar bûne.

Li ber herêmê doman bilind dibe.

Ukrayna: 29,750 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayna jî ragihand ku ji şerê 24’ê Sibatê despê kirî ve, 29,750 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

206 balafir, 170 helîkopter, hezar û 322 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rusya: Li Odessa balefirek Ukrayna hate xistin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov di eşkerekirina bîlançoya şerê li Ukrayna de diyar kir ku hêzên wan li herêma Odessa balafirek Mig-29 xistine.

Konaşenkov ragihand ku heta niha, 180 balafir, 127 helîkopter, 3 hezar û 281 tank û maşîneyên zirxî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Zelensky Rûsya bi pêkanîna polîtîkaya qirkirinê ya li donbasê tewambar kir

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky di axaftina xwe ya weşana zindî ya televîzyonê de diyar kir ku bi êrîşên Rûsyayê yên li ser Donbas a li rojhilatê welat re, bajar û bajarokên wê bê niştecih bibin.

Volodymyr Zelensky diyar kir ku Rûsya hewl dide Donbasê bişewitînin, wêran bike, bikin ku mirov nekare lê bijîn.”

Zelensky welatên rojavayî bi bêbiryariya li ser cezayên dijî Rûsyayê tawanbar kir û got, YE her roj mîlyarek euro ji bo neft û gaza xwezayî dide Rûsyayê.

Ev yek jî misogeriya dewamiya şer e.

Lavrov: Rojava li dijî Rûsya şerekî giştî ragihandine

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtina bi serokên herêmê re pêk anî de, têkildarî şerê Ukrayna-Rûsyayê de daxuyanî da.

Lavrov careke din Rojava hedef girt û got, Rojava li dijî me şerekî giştî ragihandiye.

Êdî kes vê yekê jî naveşêre.”

Back to top button