KCDK-E’yê banga piştevaniya bi mexdûran re kir

KCDK-E’yê sersaxî ji malbatên qurbanên lehiyê re xwest û bang li her kesî kir ku piştgiriya mexdûran bikin. 

KCDK-E’yê got: ”Lehiya ku li bajarên Riha, Semsûr, Meletî û Mêrdînê yên Bakur rabû, zor û zehmetî da gelek taxan.

Piştî erdhejê di felaketa lehiyê de jî xemsariya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hate dîtin.

Li gelek deveran gel li ber nûenrên herêmî yên desthilatdariyê rabû û nerazîbûn nîşan da.

Li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku gelê me di nava vê felaketê de bi tenê hişt, em banga piştevaniyê dikin.

Û sersaxiyê ji malbatên kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Back to top button