Ji Çînê bo Amerîka: Pirsgirêka Taywanê mijarekî navxweyî ye

Amerîka ji bo Taywanê 80 mîlyon alîkariya leşkerî pêşkêş kir.
Ev pêngava Waşîngton rastî bertekên, Pekînê hat.
Çînê bo Amerîka got: Pirsgirêka Taywanê mijareke navxweyî ye, destwerdana derve nayê pejirandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Wang Wenbin di civîna çapemeniyê ya rojane ya ku li Pekînê hat lidarxistin da bertek nîşanî biryarê da.

Wang diyar kir ku şandina çekan a Amerîkayê ji bo Taywanê prensîba “Çîneke yekirtî” binpê dike.

Pekîn îdia dike ku ev pêngava Amerîka li dijî peymana 17’ê Tebaxa 1982’an a ji bo qedexeya firotina çekan ji Taywanê re ye.

Peymana navborî di navbera Amerîka û Çînê de hatibû îmzekirin.

Wang bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka Taywanê “mijareke navxweyî” ya Çînê ye û destwerdana derve nayê qebûlkirin.

Berdevk Weng bang li Amerîkayê kir ku têkiliyên leşkerî bi Taywanê re qut bike û firotina çekan bi dawî bike.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di çarçoveya bernameya Fînansaziya Leşkerî ya Derve (FMF) de, 80 mîlyon dolar alîkariya leşkerî ya ji bo Taywanê pêk hatî, agahdar kiriye.

Back to top button