Cenazeyê girtiyê nexweş Şakîr Turan hate oxirkirin

Girtiyê nexweş Şakîr Turan yê di encama êşkence û binpêkirinên dewleta Tirk de hate kuştin, bi merasîmekê hate oxirkirin.
Cenazeyê Tûran bi beşdariya siyasetmedar û gelek endamên sazî û rêxistinan ve li bajarê Stewrê yê Mêrdînê hate spartin.
Di merasîmê de hate gotin, desthilata Tirk çiqas zilm û zextê bikin jî em ê paşvegavê neavêjin û têkoşînê bidomînin.

Girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî tevî ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, li Girtîgeha Erzînganê dihat ragirtin.

Di encama binpêkirin û êşkenceyên dewleta Tirk yên di girtîgehan de Şakîr Turan doh jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyêTûran radestî malbata wî hate kirin û doh anîn Amedê.

Cenaze, bi saetan li pêşiya Fermandariya Cendirmeyan a Qeymeqamtiya Bajarê Nû ya Amedê hate sekinandin.

Piştî israra parlamenterên Partiya Çepên Kesk, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Ji bo ku cenaze ji hêla polîsan ve neyê revandin, duh li pêşiya nexweşxaneyê nobet hate girtin.

Piştî ku malbata Turan a li Antalyayê dijî hate Amedê, cenaze ber bi Mêrdînê ve birin.

Îro bi beşdariya siyasetmedar û gelek endamên sazî û rêxistinan ve cenazeyê Tûran li bajarê wî Stewrê hate oxirkirin

“Dewleta Tirk bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibe”

Piştî merasîma definkirina cenazeyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu axivî.

Ayten Kordu, da zanîn ku Turan beriya mirina xwe bi zor û zehmet diaxivî û ev tişt anî ziman:

“Bi sekna xwe ya xurt ji bo me bû mînak. Dema min pirsa xwarinên girtîgehê jê kirî wiha bersiv da min; ‘Ez bi zor û zehmet dixwim.

Heke xwarin nebe jî dibe lê jiyaneke bêyî azadiyê nabe.’ Em soz didin apê xwe ku em jî dê sekna wî raber bikin.

Parlamenter Ayten îşaret bi sûC û binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî û nexweş kir û got:

Dewlet, bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibe. Mirina apê Şakîr, mirineke asayî nîne.

Mafê wî yê jiyanê ji destê wî stendin.”

“Heta Kurdistan azad dibe em ê têkoşînê bidomînin”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bi sersaxiyê dest bi axaftina xwe kir û ev yek got;

“Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna wî li girtîgehan terkî mirinê hatin kirin.

Ev sed sal in tenê mirinê hêjayî kurdan dibînin. Ev mirin bi destê dewlet û desthilatê hate kirin.

Saliha destnîşan kir ku desthilata Tirk çiqas zilm û zextê bikin jî em ê paşvegavê neavêjin û heta Kurdistana azad dibe têkoşînê bidomînin.

Back to top button