Koreya Bakur eşkere kir: Me moşekek balistîk a navbera parzemînan ceriband

Rêveberiya Tokyû û Seulê ji ber ceribandinên moşkî yên hikumeta Pyongyangê bifikarin. Herî dawî van welatan doh ragihandibû ku Koreya Bakur moşekek nû ceribandiye. Koreya Bakur jî li wê yekê mikur hat ku wan moşekek balistîk ya nû ya navbera parzemînan ceribandiye. Di demekê ku Waşîngton û Tokyo ev yek şermezar kirin de, NY jî li ser rewşê îro dicive.

Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku rêveberiya welat doh cûreyek nû ya mûşekên navbera parzemînan ceribandiye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ev moşek “cara yekem hat avêtin” û ceribandin di bin çavdêriya lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un de pêk hat.

Hat hînbûn ku piştî ceribandinên mûşekî yên Koreya Bakur, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê îro li ser rewşa dawî bicive.

Koreya Başûr ragihand ku mûşeka Koreya Bakur doh bi qasî 1,080 kîlometran li bilindahiya 6 hezar û 200 kîlometran firiya.

Japonya piştrast kiribû ku moşek 150 kîlometre li rojavayê herêma Oşima û di nav herêma aborî ya taybet a neteweyî de ketiye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku ceribandina moşeka balîstîk a navparzemînî biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY “bi eşkereyî binpê dike”.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Japonyayê Kişîda Fumio ku di çarçoveya Lûtkeya Serokên G7 a li Brukselê de hevdîtinek dualî pêk anîbûn.

Biden û fumio, ceribandin şermezar kirin.

Bi ceribandina moşeka dawî re jImara ceribandinên ji despêka 2022’an ve ji aliyê Pyongyangê ve pêk hatine, derket 11’an.

Koreya Bakur ji destpêka sala 2022’an ve 10 moşekên cuda, di nav wan de mûşekên balîstîk ên hîpersonîk û navparzemînî, ceriband.

Di 16’ê Adarê de, ceribandina moşeka xwe ya dawî kir.

Hat ragihandin ku ceribandina moşekê ya ku Pyongyang pêk anî di demeke kin de têk çû.

Back to top button