Yewnanîstan ji bo kirîna fergate û balafirên şer ji Fransa îmze kir

Yewnanîstan ya ku Tirkiye weke dijimê xwe yê dîrokî dibîne, di warê leşkerî de hêza xwe zêde dike. Rêveberiya Yewnan di nava salên dawiyê de, aboriyeke zêde ji bo çekan diyar dike. Taybet jî kirîna balafirên nûjen yên Fransa. Yewnanîstanê ji bo kirîna fregate û balafirên şer ji Fransayê îzeya dawî jî avêt.

Yewnanîstanê ji bo kirîna firqeyên bi tîpa Belharra û balafirên şer ên cureya Rafale bi Fransayê re peyman îmze kir.

Peymana li Atînayê di navbera Wezîrê Parastinê yê Yewnanîstanê Nikos Panayotopoulos û Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly de hat îmzekirin.

Bi vê re, Yewnanîstanê kirîna firqat û balafirên 6 Rafale ji Fransayê re fermî kir.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis di axaftina xwe ya li Fûara Navdewletî ya Selanîkê ya Îlona 2021’an de ragihandibû ku wê jimara balafirên şer ên cureya Rafale yên ji Fransayê bên kirîn ji 18’an bibe 24’an.

Back to top button