Bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê, ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan, konên çalakiyan li Qamişlo û Hesekê vedan.
Bi diruşmeya “Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi ser bikevin”, konê çalakiyê li taxa Siyahî li ber avahiya NY a Qamişloyê hat vedan..
Çalakî dê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî 9 rojan dewam bike.
Li Hesekê jî, çalakî bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana zîndanan, em ê bi ser bikevin” pêk hat.
Çalakiya konvedanê wê 7 rojan li vir bimîne.