SOHR: 16 leşker û çekdar li Bûkemalê hatin kuştin

Li ser deverine Îranî yên li Dêra Zorê, çend bombeyên Îsraîlê hatin barandin.. kuştî û birîndar hene.

Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku vê sibehê ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser rojhilatê Sûrî, ne kêmî 5 leşkerên Sûrî û 11 çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriyê, balafirên Îsraîlî embarên çekan û deverine leşkerî bi zêdeyî 18 mûşekan, herêma ji bajarê Dêra Zorê dirêjî heta bi bejahiya Bûkemalê ya li ser sînorê Îraqê dibe, kirin armanc.

Çavdêriyê da zanîn ku embarên çekan jî hatin wêrankirin.

Hikumeta Şamê jî li ser zimanê Ajansa xwe ya nûçeyan “SANA” ev êrîş piştrast kir, lê behsa ti ziyanên madî û canî nekir.

Back to top button