JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ ŞANDEYEK JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ LI BAŞÛR E

Şandeyek ji serok û rêveberên partiyên kurdî yên li Bakur-Rojhilatê Sûrî ji bo destekeftiyên hatin bidestxistin werin parastin li başûrê kurdistanê ne.
Şande îro serdana Mekteba siyasî ya YNK’ê kir. Şandeyan bi peyameke hevbeş gotin: Eger em yek bin emê bihêzbin, eger parçebin wê lewaz bin.

Şandeyek ji serok û rêveberên partiyên kurdî yên li Bakur-Rojhilatê Sûrî ji bo destekeftiyên hatin bidestxistin werin parastin li başûrê kurdistanê ne.

Şande îro jî li bajarê Silêmanî ya Herêma başûrê Kurdistanê serdana mekteba siyasî ya YNK’ê kirin.

Şande li gel Alîkarê Serokê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl civiya.

Mijarên sereke yên şandeyê jî yekîtiya neteweyî ya Kurdan û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê ye.

Li ser vî bingehî şandeya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi YNK’ê re civiya.

Endamê Şandeyê û berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdên Suriyê Cemal Şêx Baqî têkildarî encama hevdîtinê û mijarên hatine nîqaş kirin agahî ji Rojnews’ê re axivî.

Şandeya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê 3 rojan li Herêma başûrê Kurdistanê bimînin û wê bi tevahî partî û aliyê siyasî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re bicivin.

Armanca şandeyê avakirina yekîtiya Kurd li çar beşên Kurdistanê ye.

Her wiha wê mijara dagirkeriya dewleta Tirk jî yek ji mijarên din ên sereke yên guftûgoyê bin.

Leave a Reply

Back to top button