Li Efrînê Kalmêrekî 65 salî di bin êşkenceya çeteyan de hat kuştin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê polîtîkayên xwe yên qirkirina kurdan bênavber didomîne. Piştî ku xort li Efrînê nehiştin, niha berê xwe daye kal û pîran û wan jî direvîne û bi hovîtî dikuje. Herî dawî kalemêrekî 65 salî di bin êşkenceya çeteyan hat kuştin. Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî da zanîn ku 144 sivîl li girtîgehên çeteyan di bin êşkenceyê de hatin kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî ragihand ku li girtîgehên çeteyan jimara kuştiyên di bin êşekenceyê de zêde bûye û heta niha 144 sivîl hatine kuştin.

Herî dawî li Efrîna dagirkirî ev kalemêrê 65 salî yê bi navê Şêxmûs Qasim Mistefa, di bin êşeknceya çeteyên Tirkiyê de hat kuştin.

Çeteyan Şêxmûs Qasim Mistefa ji gundê Meydan Ekbes revandibû û 6’ê mehê ew kuştî radestî malbata wî kir.

Li gorî agahiyan, çeteyan ji malbata Şêxmûs xwest wî bi lez veşêrin ji bo kes bi vî sûcê hovane nebihîze.

Şêxmûs li gel kalemêrekî din ê bi nav Seîd Qenber Mercan ku heta niha çarenûsa wî nediyar e, hatibû revandin.

Li gorî bîlançoya Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya niha bêhtirî 17 kalemêr û pîrejin hatine kutşin.

Lê jimara rastîn a ku nehatiye belgekirin, hîn ji vê zêdetir e.

Her wiha Li kêleka kuştinê jî bi dehan sivîl hatine êşkencekirin û destdirêjî li jinên temenmezin hatiye kirin.

Piştî ku ciwan li Efrînê neman, îcar dagirkeriya Tirk kuştina kal û pîran didomîne.

Bi vê yekê sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe gihaşt lûtkeyê.

Çeteyên dagirkeriyê, bi piştgriya dewleta Tirk siyaseta sîstematîk li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin da ku çend Efrîniyên mane jî bidin koçkirin.

Civaka navneteweyî li hemberî kuştina jin, zarok, kal û pîran ti helwestê nîşan nadin û hema bêje wijdanê wan miriye.

Bi ser halan de jî hin dezdgehên ragihandinê dagirkeriya Tirk li Efrînê rewa dikin.

Mînaka wê, Rojnameya The New york Times Sibata borî pesnê dagirkeriya Tirk li Efrrînê dabû û çavê xwe li vê hovîtiyê gitibû.

Back to top button