QSD’Ê LI REQAYÊ 7 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê GIRTIN

Yekîneyên Antî-Teror yên QSD’ê li Reqayê bi çalakiyeke taybet şaneyek razayî ya çeteyên DAIŞ’ê ji 7 kesan, girtin.

Yekîneyên Antî-Teror yên girêdayî Hêzên QSD’ê şevê din li bajarê Reqayê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê oparasyonek taybet lidar xistin.

Di sergirtinê de 7 endamên şaneyê hatin girtin û rêjeyek çek, cebilxane û madeyên teqemeniyên yên şaneyê hatin desteserkirin.

Balkêşe oparasyon piştî her 3 teqînên şevê din li bajar ku sivîlek birîndar bûbû pêk hat.

Herî dawî li Reqayê Serçeteyek bi eslê xwe Siudî ye jî di nav de û li Dêra Zorê jî 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye di oparasyonên hêzên QSD’ê yên ji meha gulanê ve ku li Dêra Zor û Reqayê dayîn despêkirin de zêdeyî 100 endamên şaneyên razayî yên çeteyan hatine girtin.

 

Leave a Reply

Back to top button