Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîd Mesûd Ibrahîm û Rêber Temo oxir kir

Bi hezaran şêniyên Kobanê cenazeyên endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mesûd Ibrahîm ku di Êrişa 25′ kanûnê a li ser Kobanê şehîd bû û endamê QSD’ê Rêber Temo li Goristana Şehîd Dicle oxir kirin.

Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo oxirikirina cenazeyên şehîd Mesûd Ibrahîm û Rêber Temo Goristana Şehîd Dicle kombûn.

Li goristanê ji bo oxirkirina şehîdan merasîmek hat lidarxistin.

Di merasimê de Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ku di heman demê endama Yekîtiya Jina Ciwan a Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmd Şêxo jî axivî û diyar ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe destkeftiyên Şoreşa Rojava dike armanc.

Ehmed Şêxo sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û diyar kir tu kes wê nikarebe têkiliya di navbera gel û şehîdên şoreşê de qut bike.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta her şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
hatin kirin.

Welatiyan cenazeyên şehîdan bi dirûşm û tililiyan spartin axê.

Back to top button