Li Hindistanê lehî û şemitîna axê: 9 kes mirin

Li eyaleta Pradeşa ya Hindistanê careke din baran û şemitîna axê can birin.
9 kes ji ber lehî û şemitîna axê mirin.

Li eyaleta Hîmaçal Pradeş a li bakurê Hindistanê ji ber barana zêde ku ev 3 roj in bi bandor e, lehî rabû û erd şemitî.

Hat hînbûn ku li eyaletê 301 rê li trafîkê hatin girtin û 140 trafo xisar dîtin.

Ji ber lehî û hezazê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya ku ji rayedaran hat dayîn 303 lawir telef bûn.

Digel ku hin rêyên li eyaletê ji trafîkê re hatin vekirin, ji êvara Yekşemê ve bi sedan kes ku geştiyar jî di nav de ne li navçeyên Mandî û Kullu asê mane.

Rêveberiya Meteorolojiyê derbarê bager û birûskê de ku tê payîn heta 1’ê Tîrmehê bi bandor be hişyarî da.

Back to top button