Namzetên Hecê li Erafatê ne

Sibe roja yekem ya Cejna Qurbanê ye.
Namzetên Hecê di roja dawî ya Xutbeya Xatirxwestinê ya Hz. Mihemed bo misilmanan kirî de, li çiyayê Erefatê dua kirin.

Bi sed hezaran namzedên hecê yên ku ji bo bicihanîna wecîbeya hecê li Mekkê bûn.

Namzet, di şeva Cejna Qurbanê de gihîştin Erefatê.

Heciyan nimêj kirin û ayetên Qur’anê xwendin.

Tê çaverêkirin ku îsal bêtirî milyon û nîv hecî li Erebistana Siûdî kom bibin.

Li aliyê din heca îsal di bin werza germ a havînê de derbas dibe.

Ji ber ku germahî doh gihîşt 46 pileyî, heciyan hewil dan xwe bi sîwanan biparêzin.

Erebistana Siûdî di sala 2021’an de ragihandibû ku jin dikarin bêyî zelam hecê bikin.

Hecî piştî roj ava bû wê biçin Muzdelîfeya di navbera Erefat û Mînayê da li hewaya vekirî bêhna xwe bidin.

Roja din wê di qonaxa “kevir avêtina şeytan” de ku yek ji hêmanên hecê ye, pêk bînin.

Rawestgeha dawî jî wê li Mekkeyê Mescîda Herîm be.

Paşê, bawermend dê bi dorpêkirina Kabeyê cara dawî bibin hecî.

Hec, yek ji pênc stûnên Îslamê ye.

Divê bi kêmanî misilmanên ku dikarin carekê biçin Hecî.

Back to top button