Xelkê Hesekê sersaxî dan malbatên şehîd Basil Silêman û Emar El Hewan

Li Hesekê, Qamişlo û Minbicê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza domandina rêya wan hat kirin.

Bi sedan xelkê Hesekê û gundewarên wê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Basil Silêman û endamên Hêzên Dîsplîna Leşkerî Emar El Hewan.

Basil Silêman 29’ê Mijdarê li herêma Dêrazorê û Emar El Hewan 28’ê Mijdarê li Hesekê şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li taxa Tela’i ya Hesekê hate vedan.

Di merasîmê de kesên ku axivîn destnîşan kirin ku ew ê li ser şopa cangoriyan a heta pêkanîna armancên wan bimeşin.

Li Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin

Şêniyên Qamişlo jî sersaxî ji malbata endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Nacî El Şercî yê 29’ê Mijdarê di encama êrişa komên girêdayî hikumeta Şamê ya li Dêrazorê de şehîd bûbû, xwestin.

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hate vedan.

Di bin kon de, rol û girîngiya xeta şehînda hate vegotin.

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Ednan El Edullah de: Mîrasa şehîdan jêdera hêzê ye

Li Minbicê jî konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Ednan El ebdullah hatiye vedan.

Xelkê Minbicê malbata şehîd Ednan bi tenê nehiştin.

Di bin konê sersaxiyê de şêniyan soz dan ku li ser şopa şehîdan tê bikoşin û destnîşan kirin ku bi saya fedakariyên şehîdan, jiyana bi rûmet li herêmê peyda bû.

Back to top button