Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir.
QSD sersaxî ji malbatên şehîdan re xwe û tekezî bi berxwedanî û berdewamkirina riya şehîdan kir.
Navenda Ragihandê ya hêzên Sûriya Demokratîk QSD, bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir.
Navendê got Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi bêngavên serketî yên li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê heta niha îspat kirine ku di şerê li dijî terorê de hêza herî bibandor in.
Hêzên me xwe dispêrin nirxê şervanên xwe û dilsoziya wan a berxwedan û têkoşînê.
Navendê anî ziman ku di dema bûyer û hewildanên şaneyên terorîst ên DAIŞê û çekdarên rejîma Sûriyê yên li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê de, şervanên wan Nacî El-Şercî û Basil Silêman piştî berxwedanekî mezin şehîd bûne.
QSD diyar kir ku hervriyê wan Nacî bi şêwazê xwe û li hember hemû rewşên cuda di xebata xwe de pêşkeftineke mezin bi dest xist.
Hevrê Basil jî di berxwedan û şer de ezmûneke dewlemend li pey xwe hişt, beşdarî piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî şaneyên terorîst a DAIŞê bû.
QSD: Wê berxwedana me heta gihiştina welatî azad bidome
Navenda Ragihandê ya QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina berxwedanê heta gihîştina welatekî azad da.
Gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan weha ye.
Nav û paşnav: Nacî El Şercî
Navê dayîkê: Nisrîn
Navê bav: Ziyad
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo/2003
Cihê şehadetê: Dêra Zor-29/11/2023
Nav û paşnav: Basil Silêman
Navê dayîkê: Seida
Navê bav: Amir
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Hesekê/1996
Cihê şehadetê: Dêra Zor-29-11-2023