Li Qamişlo cenazeyê şehîd Nacî El Şercî hate oxirkirin

Li bajarê Qamişlo û Hesekê cenazeyê 2 şervanên erka xweparastinê bi merasîman hatin oxirkirin.
Di merasîman de şeniyan diyar kirin ku ew ê li ser şopa şehîdan bin ta ku armancên wan pêk bînin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Nacî El Şercî di êrişa komên girêdayî hikumeta Şamê de 29’ê Mijdarê li Dêrazorê şehîd bûbû.

Ji bo oxirkina cangoriyê xwe îro şêniyên Qamişlo berê xwe dan goristana Şehîdan.

Di merasîmê de kesên ku axivîn destnîşan kirin ku şehîd rûmet û hêviya gelanin û ev tişt anîn ziman:

Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên terorîstan li ber xwe didin.

Şehîdên me jî ji me re ji mirinê jiyanekê diafirînin, em ê her li ser şopa şehîdên xwe bin.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Xelkê Hesekê cenazeyê şehîd Basil Silêman spartin axê

Şêniyên Hesekê jî ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Basil Silêman li goristana şehîd Dijwar li hev kom bûn.

Şehîd Basil Silêman li herêma Dêrazorê 29`ê Mijdarê şehîd bûbû.

000 Hinek beta biherikîne

Di merasîmê de endama meclisa şehîdan Beraa El Salih sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza pêkanînên armancên wan da.

Piştî wesîqeya şehadetê radestî malbatê hate kirin, cenazeyê şehîd hate oxirkirin.

QSD: Şervanên me Nacî û Basil li Dêra Zorê şehîd bûn

Back to top button