Li Qamişlo û Hesekê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên oldaran

Li herêmê piştgiriya pêngava cîhanê ya “ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadi û ji pirsgirêka kurdre çareseriya siyasî” zêde dibe.
Li Qamişlo û Hesekê melayên mizgeftan jî bi çalakiyan tevlî pêngavê bûn.
Beşdaran eşkere kirin ku azadiya rêber apo kilîta çareserkirina pirsgirêkêk li Rojhilata Navîne

Di 10’ê Cotmehê de li 74’an navendên cîhanê pêngava “ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate lidarxistin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bi çalakiyê cuda piştgiriyî ji pêngavê re tê dayîn.

Di vê çaçoveyê de, Meclisa Îslama Demokratîk a kantona Qamişloyê civînek li hola Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Civîn bi dirûşmeya Azadiya ronakbîr Abdullah Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalogê û rêbazên aştiyane pêk hat.

“Azadiya Rêber Apo kilîta çareserkirina dozên Rojhilata Navîn e”

Meleyên navçeyên Ceza, Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê di civînê de hazir bûn.

Di axaftinên di civînê de hate gotin:

“Xilasiya gelan di yekitiya wê de veşartî ye.

Çawa di dîroka olan de ji bo xilaskiya gelan ji zulmê serhildêr hebûn, di dîroka gelan de jî ji bo azadiya gelan serhildêr hene.

Di vê çarçoveyê de melayan gotin, “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina dozên Rojhilata Navîn e.”

Bi heman armancê Kombûna Ol û Baweriyên Mezopotamiyayê civînek li Mizgefta Misebe Bin Omeyîr a li taxa Til Hecer a li bajarê Hesekê li dar xist.

Derdora 75 oldarên ji bajar û navçeyên Hesekê û endamên Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk beşdarî civînê bûn.

Di civînê de serokê meclisa olî ya Hesekê Mihemed Reşîd armanca lidarxistina civînê diyar kir û got:

“Em ê îro behsa mirovekî bikin ku bi saya fikr û felsefeya wî welat gihaştiye vê merheleyê.

Em dengê xwe tev li dengê bi mîlyonên kesan dikin ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.”

Endamê komîteya amadekar a pêngava banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan Silêman Elî jî anî ziman ku Armanca ew e ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bighînin cîhanê.

Di civînê de hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Saroxan ji me re axivî û tevlîbûna xwe ji pêngavê re anî ziman.

Back to top button