Li Minbicê firinek li ser rêya Cizîrê şewitî, di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 6 jî birîndar bûn.
Nûçegihanê me ragihand ku dema karkeran firina Selahedînê ya nan temîr dikir, agir pê ket.
Di encama şewatê de yekser karkerek wefat kir û 6 birîndarên din rakirin nexweşxaneya Minbicê.
Nûçegihanê me diyar kir ku navê karkerê ku jiyana xwe ji dest daye Emar Îbrahîm El Omer e.
Her wiha navên 5 birîndaran jî hatin zanîn ew jî Mihemed Ubeyd Ubeyd, Ehmed Nûrî Mihemed, Emar Ibrahîm, Şemis Ibrahîm û Xesan Walî.



