Endamên partiyên siyasî yên Sûriyeyê yên li Minbicê diyarkirin ku pêkhateyên herêmê di ferqa armanca êrişên li ser herêmê de ne û dagirker wê negihîjin armancên xwe.
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mehmûd Çimo êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmê weke sûcê şer pênasekir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta qirkirinê dimeşîne û sûcên şer pêk tîne.
Divê li gor wan were cezakirin.”
Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Asya Hisên anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişan dixwaze xelkên herêmê bide koçberkirin.
Siyasetmedar Ednan Xelîfe jî diyar kir piştî êrêkirina hevpeyman civakî ev êriş netesadûfe û dixwazin pêşiya pêşketinên Rêveberiya Xweser bigrin.
Li aliyekî din jî endamê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisênf jî diyarkir ku wê hêzên komploger negihîjin armancên xwe û got:
“Pêkhateyên herêmê di ferqa planên komplogeran de ne û wê bi yekîtiya xwe van planan vala derxînin. Komploger wê negihîjin armancên xwe.”