Li Mexmûrê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Îştar ve hat rêxistinkirin.

Bi kombûna şêniyên wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan di kesayeta her sê jinên pêşeng de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen li ser têkoşîn û berxwedana Şehîd Sara axafitinek kir.

Fatma Bîlen destpêkê di kesayeta Şehîd Sara de hemû şehîdên doza Kurdistanê bi bîr anî û wiha got:

“Divê ti carî em hişmendiya dijmin ya ku îro pêşengên me dikin hedef jibîr nekin.

Pêwîste em her tim têkoşîn û berxwedana xwe li beranberî vê zilmê bilind bikin û li keda şehîdên xwe xwedî derbikevin.”

Piştî axaftina Fatma Bîlen, sînevîzyona ku li ser têkoşîn û berxwedana her sê jinên şoreşger hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

Li Şehgalê jinên ji pêkhatiye ereb sê jinên şoreşger yên kurd bibîranîn

Back to top button