Leyla Guven ku di Girtîgeha Sîncane de tê ragirtin, ji bo ragihandina Geverê wek ‘Bajarê Jinan’ peyamek pîrozbahiyê şand û destnîşan kir ku divê Gever bi reng û feraseta jinê pêşengiyê ji jiyana demokratîk-komunal re bike.
Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlibûn û vîna jinan wek ‘Bajarê Jinan’ hat îlankirin.
Piştî vê deklarasyonê, Leyla Guven a ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de girtî ye, ji bo pîrozkirina vê pêngavê peyameke bi wate şand.
Leyla Guven kêfxweşiya xwe ya ji bo vê biryarê anî ziman û bal kişand ser taybetmendiya xweser a navçeyê:
“Li gorî agahiyên ku me bihîstiye, Gevera rengîn wek ‘Bajarê Jinan’ hatiye îlan kirin.
Em bi vê biryarê gelekî dilşad û kefxweş bûn.
Belê, bi rastî jî hewce ye ku Gever bi rengê jinê, feraseta jinê ve pêşengiya jiyana demokratîk-komunal bike.
Gever ne tenê bajarekî Bakurê Kurdistanê ye, heman demê de çar beşên Kurdistanê di nav dil û hembêza xwe de dihewîne.
Bê guman mînaka bajarê jinê ya Geverê, wê bandorê li hawirdorê xwe jî bike.”
Leyla Guven: Civak bi jinê re ava dibe
Leyla Guven di berdewamiya peyama xwe de behsa rola jinê ya di avakirina civakê de kir û wiha domand:
“Bi saya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, em êdî xwe, civaka xwe, dîrok û erdnîgariya xwe baş nas dikin.
Civak bi jinê re ava dibe.
Çawa ku stûnên malbatê her tim li ser milê jinan bilind dibin, mal û der bi destê jinan tê xemilandin, heman wextî stûnên bajêr jî pêwîst e bi çavdêriya jinê têşe bigirin.
Pergala kapîtalîst heta niha her tim qala hunera destê jinan dikir, lê ji îro şûn ve bila qala aqilê jinan, jêhatiyên jinan û kolektîvîzma jinan bikin.
Em dizanin ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan jiyaneke nûjen hatiye avakirin.”
Leyla Guven da zanîn ku baweriya gelê Kurd a bi jinê, hêzê dide têkoşîna wan û got:
“Di cîhanê de hevserokatî bi rêxistina Kurdan re hat rûniştandin.
Derket holê ku baweriya gelê Kurd bi jinê hîn zêde ye.
Ev nêzîkatî hîn zêde hêz dide me; vîna jina ku em bajarê jinan hezkirî û bedewtir bikin.
Di rêvebirina jinê de extiyar, ciwan, zarok, jin û mêr bi hevsengiyeke xurt bi hev re dixebitin.
Wekî Serok Apo gotiye; ‘Ax, Av, Roj têra her mirovekî dike.’ Bes e ku em tenê bi hevaltî, hezkirin, zanabûn, xebatkarî û jêhatî tevbigerin.”
Leyla Guven peyama xwe bi silavkirina jinên Geverê û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir:
“Hevalên hêja, jinên delal; em jî wekî jinên ku di zindana Sîncanê de dîlgirtî ne, bi rihê xwe li gel we ne.
Xebatên ku hûn li Geverê bi reng, deng û îradeya jinê dimeşînin, ji niha de xeyalên me dixemilînin.
Hêviya me ew e ku em bên gel we û mil bi mil bi hev re ked bidin, kar bikin û xebatan bimeşînin.”



