5’emîn Festîvala Şano ya Mîtan li Şehba destpêdike

5’emîn Festîvala Şano ya Mîtan dê 10’ê Çileyê bi dirûşma “Veger nêz e, em bi hêvî ne” li Şehbayê dest pê bike.

Der barê amadekariyên lidarxistina festîvala 5’emîn de Derhênera şanoyê û endama Komîteya Amadekar a Festîvala Mîtan Zeyenb Mihemed axivî.

Zeyneb Mihemed diyar kir ku li Şehbaye ruxmî dorpêç, êriş û zehmetiyên jiyanê wan vîneke xurt dest bi amedekariyên festîvalê kirine.

Derbarê tevlêbûna festîvalê de Zeyneb got:

“Ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Reqa, Tebqa, Hesekê û Kobanê, her wiha ji Başûrê Kurdistanê wê tevlêbûn hebe.

Dê 7 şano bên pêşkêşkirin.

Em dixwazin çanda hemû pekhateyan û gelan nas bikin û çanda Efrînê bi wan bidin nasîn.”

Zeyneb Mihemed destnîşan kir ku wê festîval 10’ê Çileyê wekî her sal bi karnavalekê dest pê bike û 8 rojan dewam bike.

Back to top button