Hunermend Samî: Êrişên Tirkiyê yên li dijî sivîlan têkçûna wî nîşan dide

Hunermend Samî Seedula diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî îradeya gelê Kurd binketiye û divê ji xaka Kurdistanê derkeve.

Hunermend Samî Seedula derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûrî axivî.

Samî Seedula dazanîn ku ji ber artêşa Tirk a dagirker li hemberî gerîla binketiye, êrişê herêma me dike û wiha got:

“Em weke hunermend êrişên dewleta Tirk a faşist şermezar dikin.

Li gorî me êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan, nîşaneya binketin û têkçûna wî ye.

Wê hewldanên dewleta Tirk li hemberî îradeya Gelê Kurd biser nekevin.”

Di dawî de Samî Seedula destnîşan kir ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê û Bexdayê, li beramberî êrişên ser gelê Kurd bêdengiyê hlbijartine û wiha domand:

“Ger hemû Kurd li her çar beşên Kurdistanê dakeve qadan, wê dewleta Tirk nekaribe êrişên xwe bidomîne.”

Back to top button